Ewrupa Yetîm Elîyê ku li Etîyopyayê fealîyetên xwe didomîne, bi sedan însanan re ji bona emelîyata kataraktê bû wesîle.
Ewrupa Yetîm Elîyê ku li çar alîyê dinyayê xebatan dike, di alîyekî de alîkarîyên xwarin, bîra avê, neqdî û cil û bergan dikin, di heman demê de fealîyetên tenduristîyê jî bikartînin.
Li Etîyopyaya welatê Efrîqayê ye nexweşîna kataraktê dibe sedema korbûnê, ev nexweşîn bi hezaran însanan tesîrdar dike. Encax, ji ber kêmasîya binesazîya tenduristîyê û zehmetîya aborîyê gelek însan nikarin tedawî bibin.
Di serê ewil de 200 nexweş hatin emelîyatkirin
Ewrupa Yetîm Elî, ji bona ku xwe ji nexweşên kataraktan re bighêjîne û ji wan re alîkarîyan bike mîsyonekî muhîm girt ser milên xwe. Weqf bi vê mîsyonê ji gelek nexweşên ku nikarin emelîyat bibin re dibin hêvîya dîtinê.
Ewrupa Yetîm Elî, bi Beşa Nexweşînên Çav yê Zanîngeha Jîmmayê re hevkarîyê kir û 200 nexweşên ku divê emelîyat bibûna tespît kirin.
Doxtorên ku ji Ezerbaycanê diçin Etîyopyayê
Ewrupa Yetîm Elîyê ku bi projeyên cuda xwe dighêjînin mihtacan, bi desteka xêrxwazan organîzasyonekî mezin lidardixin û ji 200î zêdetir însanan emelîya kirin.
Hat destnîşankirin ku emelîyat bi doxtorên ku ji Ezerbaycanê hatine anîtin hatîye kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.