Li Kenyaya ku barîna barana dijwar berdewam dike hejmarê mirîyên ku di lehîyê de mirine derket 238an.
Hikumet, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ji meha Adarê vir ve li Kenyayê baraneke dijwar dibare û ew baran dibe sedema lehî û hezîna axê. Di encama wan lehî û hezîna axê de hejmarê mirîyan derket 238 kesan, 75 kes jî hêj winda ne.
Berdevkê hikumetê Îsaac Mwaura, destnîşan kir ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kesên dinê jî di lehîyê de canê xwe ji dest dane.
Mwaura, got ku 47 hezar xanî xera bûne, bi tevahî 286 hezar însan jî ji lehî û baranê tesîrdar bûne.
Mwaura ragihand ku hikumet biqerare ku canê xelkê xwe biparêze, ji însanên ku ji cîhê xwe bûne re jî xanîyan lêdikin.
ji ber ku hinek rê û pir di bin avê de mane ji hinek herêman re çûnûhatin nayê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.