Rayedarên Karwana Hêvîyê û Ewrupa Yetîm Elîyê ku ji bo xebatên alîkarîyê li Çadê ne, kampa penaberan ku 600 hezar mirov tê de dijîn û li sînorê Sudanê ye zîyaret kirin, di zîyaretê de ji hezar malbatê re alîkarîyê kirin.
Karwana Hêvîyê û Ewrupa Yetîm Elîyê ku salik 12 meh ji mihtacan re alîkarîyê dikin, li Efrîqayê di gelek welatan de xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin.
Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran û Serokê Giştî yê Ewrupa Yetîm Elî Abdurrahman Altun li Çadê hinek zîyaretan kirin.
“Divê em ji xûşk û birayên xwe re destê xwe yê alîkarîyê dirêj bikin”
Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derheqê xebatên ku li dar xistin de axivî û weha got, “Nêzê 600 kesên ku li Sudanê ji herbê revîyane û xwe li vê derê sipartine hene. Em bi tevî sazîya xwe yê bira Ewrupa Yetîm Elîyê ji bona ku xebatan bikin hatine li vê derê. Bi rastî jî lazimatîya xûşk û birayên me hene. Ji sedî 80 însanên li vê derê pîrek û zarok in. Divê em lazimatîya van xûşk û birayên xwe temîn bikin. Lazimatîya wan hem ji sitargehek hem jî ji xwarinê re heye. Li gorî agahîyên ku me li vê derê bidestxistîye nêzê 800î zarok ji birçîna li ber mirinê ne. Em bang li xêrxwazên xwe dikin! Em alîkarîyên xwe ji li vê derê re bişînin. Divê em ji xûşk û birayên xwe re destê xwe yê alîkarîyê dirêj bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker 14 roj in Deriyê Sînor ê Refahê û deriyê Kerem Ebû Selîm ên li başûrê Xezzeyê girtî dihêlin.
Çeteya rejîma sîyonîst, li gundê Madamaya başûrê Nablusê zarokekî desteser kir.
Rayedarên Îranê, daxuyandin ku Serokkomar Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan ku di nav helîkopterê de bûn canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.