Li Komarîya Efrîqaya Başûr înşeat hilweşîya, di encama hilweşîna înşeatê de 8 karker canê xwe ji dest dan û hat destnîşankirin bi 38 kesên ku di bin kavilan de mane re jî têkilî nayê kirin.
Li bajara Georgeha Komarîya Efrîqaya Başûr, avahîyeke mezin ku di rewşa înşeatê de bû hilweşîya.
Di daxuyanîya ku ji teref Şaredarîya Georgeyê ve hat belavkirin de hat desntîşankirin ku li herêma înşeatê 75 karker hebûne.
Hat destnîşankirin înşeat di seatê 06.30an de hilweşîyaye û 37 kes hatine derxistin, ji wan jî 8 kesên wan canê xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku rewşa 16 kesan giran e û ji 38 kesên dinê jî xebatên lêgeîrnê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mîsyona Piştgirîya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) ragihand ku, di navbeyna 2023-2024a meha Nîsanê de li Lîbyayê26 jê zarok 35 kes ji ber mayînan mirin an jî birîndar bûn.
Iraq, ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahîyan ku di encama qezaya helîkopterê de wefat kiribûn sibe şîn îlan kir.
Li Îranê Muhemmed Muhbîrê Alikarê Sarokkomar, piştî wefata Îbrahîm Reîsîyê Serokkomar weke cîgir, wezîfe dewr girt.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneî ji ber qezaya koça dawî ya Serokomar Îbrahîm Reîsî, Emîr Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve û Ayetullah Mihemed Elî Haşim 5 roj şîna neteweyî îlan kir û peyama sersaxiyê parve kir.