Balafirên rejîma îşxalker êrîşî Taxa Zeytûna Xezzeyê û Refahê kir, di encama êrîşa asîmanî de zarok jî di nav de herî kêm 9 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, li Xezzeyê qetlîam û qirkirinên xwe didomîne.
Rejîma sîyonîst, ji êvarê heta serê sibehê li Xezzeyê û Refahê êrîşên xwe yên bejahî, behr û hewayê berdewam kir.
Di êrîşan de xanîyên aîdê sîvîlan hatin hedefgirtin.
Balafirên îşxalê, li Taxa Zeytûna Xezzeyê avahîyekî li nêzê dibistana Al-Falahê hedef girt. Di encama êrîşê de zarok jî di nav de herî kêm 7 Misilman şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin ku ekîbên xelaskirinê şehîd û birîndaran di bin kavilan de derxistine û wan birine Nexweşxaneya El-Ehlî Babtîstê.
Hat ragihandin di encama êrîşa ku li Refahê hat lidarxistin de jî 2 Fîlîstînî şehîd bûn, hinek kes jî birîndar bûn.
HAMAS, di daxuyanîya ku rojekî berê kiribû de diyar kiribû ku ew agirbesta ku navbeynkarîyan teklîfê wan kiribûn qebûl kirine.
Rejîma sîyonîst a ku agirbestê qebûl nake jî êrîşî Refahê kir.
Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê êrîşan li dar dixe di encama wan êrîşan de jî 34 hezar û 789 Fîlîstînî şehîd bûn, 78 hezar û 204 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.