Li Dîyarbekir navend 8 bajaran li dijî rêxistinê sûcan operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de rêxistina sûc a organîzeyî hat hilweşandin, 33 endamên rêxistinê hatin binçavkirin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir, wî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li Dîyarbekir, Enqere, Çewlig, Entelya, Aydin, Bûrsa, Çorûm û Mereşê operasyonên “Mahsen-39” hatin lidarxistin.
Yerlîkaya diyar kir ku rêxistina sûcê yê organîzeyî ku serokê wî Umut Oken (di girtîgehê de ye) e hat hilweşandin û 33 endamên rêxistinê jî hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonan de 14 çekên bêrihset, 2 demançeyên otomatîk, 2 heb tivin û gelek fişek hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Edîrneyê 19 koçberên ku hate tespîtkirin bi rêya dizî ketine welat hatin girtin.
Weqfa Êtîman ji ber lehiyê li gelek parêzgehên Efganîstanê ji bo gelê Efxan ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye, banga alîkariya lezgîn kir.
Li ser rêya Bidlîs-Wanê otobusa rêwiyan ji kontrolê derket û li nêzî gundê Yoncabaşi (Şukranîs) ket çemê. Di qezayê de 7 rêwî birîndar bûn.
Otomobîlfiroşan diyar kirin ku ji ber faîza zêde bazara wesayitên nû û yên desta duduyan sekinîye û diyar kirin ku ji bo ku bazirganî çêbibe divê faîz kêm bibe.