Doh êvarî bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş li Sehaya Xazê ya Kor Morê ya li Silêmanîyê hat kirin.
Di encaama êrîşa ku hat kirin de li tesîsa xazê teqîn pêk hat û şewat derket. Hat hînbûn ji ber êrîşê 4 karker canê xwe ji dest dan û di tesîsê de zirareke mezin pêk hat.
Serokê Şaredarîya Çemçemalê Rumak Remezan derbarê mijarê de destnîşan kir hêj ti kesî êrîşê negirt li ser xwe.
Fermandarîya Operasyonên Hevpar jî derbarê mijarê de destnîşan kir, kesên ku êrîşê li dar xistine dê bên cezakirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê mijarê de daxuyanîyekê belav kir û êrîşa ku hat kirin şermezar kir.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kîlîmlîya navçeya Zongildaxê pîrejina 89 salîya ku trêna barê lê qelibî mir.
Li Qirklareliyê di nava qaseya qamyoneke de 36 koçber hatin girtin. Ajokar hat binçavkirin.
Lijneya Reqabetê 1 mîlyar û 234 mîlyon ceza da li şîrketa METAyê ya ku navenda wê Amerîkaye û xwediyê sepanên weke Înstagram, Facebook û Whatsappê ye.
Sekreterê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî yê Meclîsê de destûr xwest û îfade kir ku CHP, ji roja ewil heta îro sîyaseta xwe li ser êrîşkirina ji nirxên Misilmanan re dimeşîne û sîyasetê ewakî dibîne.