Sabûnên ku li Mêrdînê tên çêkirin û aîdê wê herêmê ne him li herêmê him jî ji dinyayê gelek eleqeyê dibîne û ji çar alîyê dinyayê re tên firotan.
Ji sabûnên ku tê qalkirin ji tenduristîyê re jî gelek feydeya wê heye û navê wan; bittim, şîra kerê, qatrana hêvrizê, kukurd, bêmik û sabûnên ku ji Gûza Hîndistanê tên çêkirin in; ji deh salan in li ser dezgeyan cî digrin û him ji nav welêt him jî ji derveyê welêt re tênê firotan.
Necmî Yukselê ji temsîlkarê sektorê ragihand ku di sabûnên wan de tu kîmyasalek tineye, ev sabûnên wan ji gelek nexweşînên çermê re jî baş in.
“Sabûna herî xirab ya organîk ji sabûnên herî baş yê kîmyewî baştir e”
Yukselê ku diyar kir ew gelek salan e di vê sektorê de dixebite, ragihand sabûna herî xirab ya organîk ji sabûnên herî baş yê kîmyewî baştir e.
Yuksel, “Em nêzê 35-40 salan e di sektora sabûnê de dixebitin û sabûnan dihilbirînin. Nêzê 55 çeşîdan sabûnên me hene. Piranîyê wan aîdê Mêrdînê ye. Feydeyên wan gelek zêdeye, bi temamî organîk e. Him ji porên ku diweşin re, ji bizrikan re, ji xurê, nexweşîya kimê û bîrovê re feydeya wê heye. Di van sabûnan de tu meddeyeke kîmyewî tineye. Sabûna herî xirab ya organîk ji sabûnên herî baş yê kîmyewî baştir e.”
Yuksel diyar kir ku di mehên zivistanê de û mehên havînê de jî ev sabûnan gelek feydeya didin mirovan, “Di zivistanê de, feydeya wê ya ji nermkirinê re heye û em jî di mehên zivistanê de sabûnên nermkirinê zêdetir dihilbijirînin. Ji ber ku zivistanê hewa sar e çermê mirov jî ziwa dibe. Ji ber vê yekê ye ku em ji mirovan re tewsîye dikin ku bila sabûnên wek; ji zeytûnan tên çêkirin, sabûna bi’îvan, sabûna ku ji rûna arganê tên çêkirin bila bistînin. Di mehên havînê de jî bila sabûnên ku ji; kukurtê, bêmik û jojobayê tên çêkirin bistînin.”
“Di nav van sabûnên ku aîdê Mêrdînê ne de kîmyewîyên kostîk tineye”
Yuksel di berdewama axavtina xwe de weha îfade kir, “Dema ku em qala taybetmendîyên sabûnan bikin;
Sabûna Bittim: Sabûneke ku ji fistiqan tê çêkirin e. Ji kepekê re û weşandina poran re baş e.
Sabûna rûna Zeytûnê û Bêmik: Ji çermên ku bi rûn in re baş e. Bi taybetî ji bizrikan, xur û weşandina poran re feydeya wê heye.
Sabûna Kukurd: Ji bizrikan re baş e û ji çermên ku bi rûn in re baş e.
Sabûna Qatrana Hevrist: Ji bîrov, nexweşîya karokan, agroke û xurikê re baş e.
Sabûna Şîrê Kerê: Ji lekeyên tavê, bizrik, reşik û çirmiqandinê re baş e. Xeyn ji van çermên mirovan jî spî dike.
Sabûna Gûza Hîndistanê: Ji çermên ku ziwane re em tewsîye dikin.
Yuksel di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em çêkirina wê di nav 6 mehan de diqedînin. Em di wek mehên Adar, Nîsan û Hezîranê de çêdikin. Di mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê de jî difroşin. Ziwabûna sabûnê herî kêm 6 meh e. Gerek ew sabûn 6 meh ziwa bibe çîmkî ji ber ku tê de kîmyasal tuneye ji ev wextê re lazimatî heye. Sabûnên ku di nav 3-5 rojan de ziwa dibin di nav wan sabûnan de kîmyasal heye, ew sabûnan jî zû dihelin û çareserîyek jî nade mirovan.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref Koordînatora Diyarbekirê ya Platforma Nesla Quranê ve di 17ê Îlonê de bi beşdarbûna hemû zarokên ku di çarçoveya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de perwerdehîya nimêjê girtine û dawî kirine ve bernameya fînalê tê tertîpkirin.
Kovara çandî, hûnerî, edebî û Îslamî ya ku serê sê mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya demsala payîzê li hember xwînerên xwe ye.
Haşîm Elkaanê Serokê Odeya Şêranîyan û Kebabpêjan Loqantevanê Dîyarbekirê destnîşan kir ku sala parîn di Îda Qurbanê de 12 ton cîger hatîye xwarin, ev reqem vê salê gihaşt 20 tonî.
325 hecac ji bona ku îbadeta xwe yên Hecê bi cîh bînin ji Bêdlîsê bi duayan hatin oxirkirin.