Îran: Şebekeyek sîxuriyê ya Emrîka û îsraîlî hat hilweşandin
Îranê ragihand ku şebekeyeke sîxuriyê ya girêdayî servîsên îstîxbaratê yên Emrîka û rejîma sîyonîst ji holê rakiriye.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Servîsa Îstîxbaratê ya Sipaha Pasdarên Şoreşê li dijî şebekeyek ku ewlehiya neteweyî hedef digirt operasyonek pêk anî.
Hate diyarkirin ku rêxistina ku behsa wê tê kirin "di bin rêveberiya servîsên îstîxbaratê yên Emrîka û îsraîlê de hatiye damezrandin" û "li dewletên cûrbecûr çalakiyên hevrêzkirî pêk aniye".
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de endamên şebekeyê hatine binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker, li Xan Yûnisê malekî hedef girtin, li Beyt Lahîyayê jî sê êrîşên asîmanî li dar xist; ji alîyê behrê ve jî gelek gule hatin reşandin.
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro êrîşên hewayî yên rêveberiya Serokê Emrîkayê Donald Trump li Karayîban wekî "kuştinên bêdad" bi nav kir, hevkariya îstîxbaratê rawestand û daxwaza lêpirsîna sûcên şer li ser Trump kir.
Aysem Muallayê 13 salî, ku mehek berê li bajarokê Beytayê li dijî sivîlên ku zeytûnan berhev dikirin gaza jehrî hatibû bi kar anîn, li nexweşxaneya ku ew lê hatibû rakirin şehîd bû.