Hat ragihandin ku balafirên şer ên îşxalkeran, li ser gelî û herêmên çiyayî ên nêzî jîngehên başurên Lubnanê, derdora Çema Lîtanîyê êrîşa asîmanî rast kirine.
Li gorî nûçeya ku li NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê, balafirên şer ên îşxalê, li dijî bajarokên başurên welat di navbeyna 40 deqîqeyan de zêdeyî 50 caran êrîşa asîmanî rast kir.
Di êrîşa duh a li ser Beyrûtê hat kirin de ji xeynî Îbrahîm Akîlê fermandarên leşkerî yê pilebilind a Hîzbûllahê fermandarên berê yê “Hêzê Ridwan” Ahmed Mahmûd Vehbî û 14 endamên Hîzbûllahê şehîd bûbûn.
Di civîna çapemeniyê de Fîras el-Ebyadê Wezîrê Tendirustiyê ya Lubnanê ragihandibû ku, hejmara kesên ku di encamê êrîşa asîmanî de hatine şehîdkirin 3 jê zarok, 7 jê pîrek derketiye 37 kesan, 67 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ropartorê Taybet ê Mafên Qonit yê Neteweyên Yekbûyî Balakrishnan Rajagopal, daxuyand ku li Xezzeyê berîya zivistanê, lazimatîya 1 milyon însanan ji amûrên sitargehên acîlî re hene.
Li Kerkûka ku li başûrê Kurdistanê ye qeza pêk hat, di encama qezaya li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê de herî kêm 10 kes mirin.
Li bajara Hokkaidoya Japonyayê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.
Li Sûdanê hejmarê mirovên ku ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dane derket 473 kesan.