HAMASê daxuyand ku di êrîşa rejîma îşxalkeran ku li kampa EL Ebûya Libnanê li dar xistin de, yek ji rayedarên li Libnanê ya tevgerê Fetîh Şerîf Ebû El Emîn şehîd ketîye.
Hat desntîşankirin ku Fetîh Şerîf Ebû El Emîn û malbata wî di encama êrîşa asîmanî de şehîd bûne.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ku El Emîn bi tevî xanîm, qîz û kurê xwe di êrîşa ku ji terefên çeteyên îşxalker ve hatîye kirin de şehîd bûne.
Hat ragihandin ku pîreka El Emîn jî wek wî di lîseyê de midur bûye û li Libnanê ji 30 salî zêdetir e ji xwendekarên penaberên Filistînî yên ku li Libnanê ne re perwerdehîyê daye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 615an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 359an.
Komên li Iraqê, ji doh ve ji axên îşxalkirî re gelek fuze û ÎHAyan şandin.
Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku di êrîşa rejîma sîyonîst a îşxalker ku ji 17ê Îlonê vir ve li dijî Libnanê bikartîne de 104 jê zarok, 194 jê pîrek tev de 1174 kesan şehîd kir.
Rejîma sîyonîst, li Beyrûda paytexta Libnanê êrîşeke asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de sê fermandarên Cepheya Xelasîya Gel a Filistînê hatin qetilkirin.