Çeteyên Cihû xwe avêtin ser Mescîda Eqsayê

Li Qudsê di bin parastina polîsên îşxalê 388 siyonîstên Cihû ketin Mescîda Eqsayê û meşên provakatîf li dar xistin.
Mescîda Eqsaya dilê Qudsê, îro careke din bu hedefa polîtîkayên êrîşkar a îşxalkeran.
Di bin parastina polîsên îşxalê 388 siyonîstên Cihû bi zorê ketin Mescîda Eqsayê, mehremîyeta cihê pîroz îhlal kirin.
Li gorî ku Walîtîya Qudsê ragihandiye, Cihûyên siyonîst weke komî li holê gerên provakatîf li dar xistin, hinek ji wan jî ayînên Telmûdî kirin. Di vê heyamê de polîsên îşxalker, zext li Misilmanên ku îbadet dikirin kirin û li derîyên Eqsayê kontrolan kirin, destûr nedan gelek Filistînîyan ku têkevin Eqsayê.
Gelê Filistînî tevî hemû qedexeyan jî parastina Mescîda Eqsayê didomîne.
Komên berxwedanê yên li Qudsê bang li cîhana Misilman dikin ku gavên xurttir bavêjin û diyar dikin ku ev êrîş "beşek ji planên cihûkirina Mescîda Eqsayê ne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama operasyona berxwedanê ya ku li Refahê hat kirin de 4 leşkerên siyonîst mirin, 8 jî birîndar bûn. Operasyonên berxwedanê yê ku di hefteyên dawîn de li ser hev tê kirin de, zirar dan idraqa ewlehiyê yê artêşa îşxalê.
Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS), li dijî êrîşên li Xezzeyê tê kirin ji bo çalakîyên sikakê, protestoyên li ber balyozxaneyan û destek dayîna Fîloya Berxwedana Kûrewî bangî raya giştî ya navneteweyî kir.
Li gorî daneyên Sazîya Îstatîstîka rejîma îşxalker, di navbeyna du salan de 137 hezar Cihû, erdên Filistînê yên îşxal kirî terikandin e. Hejmara koçberan du qatê vegerîyan e, ev bi fikara ewlehî, qrîza aborî û tenêtîya navneteweyî re tê girêdan.