Di êrîşên balafirên şer ên rejîma dagirker ên li ser herêmên curbecur ên Şerîda Xezzeyê de 11 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Îşxalkeran maleke ku li herêma El-Hîkîra bajarê Deyr el-Belaha ku di navenda Xezzeyê ye bombe kir.
Di encama êrîşê de 4 kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn. Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.
Hat ragihandin ku di encama êrîşa ku li ser Kolana El-Berakeya Xan Yûnisê hat kirin de gelek kes birîndar bûn.
Ekîbên Parastina Sivîl ragihand ku, di encama êrîşa yekîneya topavêj a îşxalê ya li ser herêma Huzaaya rojhilata Xan Yûnisê de 2 kes şehîd bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ropartorê Taybet ê Mafên Qonit yê Neteweyên Yekbûyî Balakrishnan Rajagopal, daxuyand ku li Xezzeyê berîya zivistanê, lazimatîya 1 milyon însanan ji amûrên sitargehên acîlî re hene.
Li Kerkûka ku li başûrê Kurdistanê ye qeza pêk hat, di encama qezaya li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê de herî kêm 10 kes mirin.
Li bajara Hokkaidoya Japonyayê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.
Li Sûdanê hejmarê mirovên ku ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dane derket 473 kesan.