Venîamîn Kondratyevaê Waliyê Herêma Krasnodar a Rûsyayê ragihand ku, di êrîşa ÎHAyê ya artêşa Ûkraynayê ya li ser herêma Tîhoretskê de di depoya cebilxaneyê de teqîn çêbûne.
Venîamîn Kondratyevaê Waliyê Herêma Krasnodar a Rûsyayê diyar kir ku hêzên Ukraynayê bi şev bi balafirên bêpîlot êrîşî Tihoretsk a li herêma Krasnodar kirin û got, "Di encama parçeyên 2 balafirên bêmirov ên ku hatin xistin de, di depoya cebilxaneyê de şewat derket û cebilxane dest bi teqînê kirin.
Ji Tîhoretskê heta niha hezar û 200 kes hatine derxistin. Birîndar û mirî nînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ropartorê Taybet ê Mafên Qonit yê Neteweyên Yekbûyî Balakrishnan Rajagopal, daxuyand ku li Xezzeyê berîya zivistanê, lazimatîya 1 milyon însanan ji amûrên sitargehên acîlî re hene.
Li Kerkûka ku li başûrê Kurdistanê ye qeza pêk hat, di encama qezaya li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê de herî kêm 10 kes mirin.
Li bajara Hokkaidoya Japonyayê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.
Li Sûdanê hejmarê mirovên ku ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dane derket 473 kesan.