Di navbeyna du salan de 137 hezar Cihû, erdên Filistînê yên îşxal kirî terikandin

Li gorî daneyên Sazîya Îstatîstîka rejîma îşxalker, di navbeyna du salan de 137 hezar Cihû, erdên Filistînê yên îşxal kirî terikandin e. Hejmara koçberan du qatê vegerîyan e, ev bi fikara ewlehî, qrîza aborî û tenêtîya navneteweyî re tê girêdan.
Sazîya Îstatîstîka rejîma îşxalker daxuyand ku, di navbeyna du salan de 137 hezar Cihû, erdên Filistînê yên îşxal kirî terikandin e.
Tenê di sala çûyîn de 82 hezar kes ji Filistîna îşxalkirî derketina, hejmara kesên vegerîyane jî di 31 hezaran de ma.
Li gorî daneyan di sala 2023an da 55 hezar Cihû koç kirine û di heman demê de jî 46 hezar kes vegerîya bûn.
Di raporê de her wiha eşkere kir ku nifûsa giştî ya li deverên îşxalkirî di êvara "Sala Îbranî" ya nû de ji 10 milyonî derbas bûye, lê rêjeya mezinbûna nifûsê li gorî salên berê hêdî bûye.
Li gorî îstatîstîkan, Filistînî ji sedî 21,4ê nifûsa li herêmên îşxalkirî dijîn, Cihû û komên din jî ji sedî 78,6ê wan pêk tînin. Her wiha tê ragihandin ku nêzîkî 260,000 biyanî jî li herêmê dijîn.
Di nav sedemên ku siyonîst ji axên îşxalkirî yên Filistînê koç dikin de fikarên ewlehiyê yên piştî 7ê Cotmeha 2023an zêde dibin, bêîstîqrariya siyasî, pirsgirêkên aborî, krîzên civakî û kûrbûna tecrîda navneteweyî hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama operasyona berxwedanê ya ku li Refahê hat kirin de 4 leşkerên siyonîst mirin, 8 jî birîndar bûn. Operasyonên berxwedanê yê ku di hefteyên dawîn de li ser hev tê kirin de, zirar dan idraqa ewlehiyê yê artêşa îşxalê.
Li Qudsê di bin parastina polîsên îşxalê 388 siyonîstên Cihû ketin Mescîda Eqsayê û meşên provakatîf li dar xistin.
Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS), li dijî êrîşên li Xezzeyê tê kirin ji bo çalakîyên sikakê, protestoyên li ber balyozxaneyan û destek dayîna Fîloya Berxwedana Kûrewî bangî raya giştî ya navneteweyî kir.