Wezareta parastina qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, daxuyand ku ew ji Emrîkaya îşxalker ew ê qasî 8,7 milyar dolarî wê alîkarîya leşkerî ku “ehemmîyeta wî ya jîyanî heye” bistînin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta parastina qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ew ê Tel Avîv ji bona ku alîkarîya pakêta alîkarîya herbê ya Emrîkayê ku qasî 8,7 milyar dolar e bistîne peymanê îmze kirîye.
Li gorî peymana ku Midûrê Giştî yê Wezareta Parastinê Eyal Zamîr îmze kirîye, ew ê bi 3,4 milyar dolarî amûrên herbê ku ehemmîyeta jîyanî heye, qasî 5,2 milyar dolarî jî wê sîstema parastina hewayê fînanse bikin.
Li gorî peymanê, alîkarîya ku bê kirin ew ê di demeke nêz de bê teslîmkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sîyonîstên îşxalker, doh êvarê êrîşî cîhên leşkerî yên Sûrîyeyê kir, di encama êrîşê de 5 leşkerên Sûrîyeyê mirin, leşkerek jî birîndar bû.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşî gelek cîhên Libnanê kir, di encama wan êrîşan de hejmarê şehîdan bi tevî zarok û pîrekan derket 748 kesan.
Çapemenîya rejîma sîyonîst, diyar kir ku fuzeyên ji Yemenê hatine avêtin li gelek cîhên Tel Avîvê bûn sedema teqînan.