Erda Japonyayê piştî erdeheja 7,2yê 9 santîmetre şiqitî
Li peravên Aomorîya bakurê Japonyayê di mezinahîya 7,2yan de erdhejek rûda, erdheja ku pêk hat erdê 9 santîmetre şiqitand. Hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn, û 35 kes jî birîndar bûn.
Îdareya Agahî ya Erdnigarîya Japon, diyar kir ku erd ji ber erdhejê 9 santîmetre şiqitîye.
Hat daxuyandin ku ev pîvan ji îstasyona jeodezîya elektronîk a bi navê Higashi-doriyê hatîye pîvandin. Sazî, îfade kir ji bona ku rastîya encamên analîzê were zelalkirin xebatên dinê jî berdewam dikin.
Roja duşemê li Japonyayê di meiznahîya 7,2yan de erdhejek pêk hatibû û li qeraxên Honshu û Hokkaidoyê bûbû sedema endîşeyê. Ajansa Meteorolojî ya Japon, daxuyand ku piştî erdhejê 70 santîmetre bilindahîyê hişyarîya tsûnamîyê kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di şewata avahiyek heft qatî ya li Cakartaya paytexta Endonezyayê de, herî kêm 20 kes mirin.
Li herêma Îvanovo ya Rûsyaya balafireke kargoyê ya leşkerî ya ji tîpa “An-22” ket xwarê.
Li wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin, di encamê de şeş kes mirin, şeş kes jî birîndar bûn.