Ewlekarîya El-Mecd: Berxwedan li dijî sûxuran bibiryar e

Ewlekarîya El-Mexdê ragihand ku wê li dijî sîxurên ku bi hêzên îşxalker re li Xezzeyê hevkariyê dikin, îdamkirin dest pê bikin. Armanc ew e ku şiyanên operasyonê yên dijmin li ser erdê felc bikin.
Ewlekariya El-Mecdê ragihand ku ew ê li dijî sîxurên ku bi rejîma siyonîst re li Xezeyê hevkariyê dikin tedbîrên tund bigirin.
Li gorî daxuyaniya fermî, hat gotin ku di rojên pêş de gelek sîxur wê werin îdamkirin.
Daxuyaniyê tekez kir ku armanca vê gavê "felckirina hêza dijmin li ser erdê" ye.
Di peyamê de hişyariyek ji bo sîxuran jî hebû: "Teslîm bibin, ewle bin. Hemû têkiliyên xwe bilez qut bikin ku da hûn ewle bibin."
Sê kes vê dawiyê li bajarê Xezzeyê bi tohmeta hevkariya bi îşxalê re heye hatin îdamkirin. Ev bûyer tenê rojek piştî raporên îdamkirina şeş kesan li herêma bakur tê.
Çavkaniyên li Xezeyê radigihînin ku hin mehkûmên berê û sûcdarên reviyayî ji bo pere, ji tirsê, an jî ji bo qezencên din bi rejîma siyonîst re hevkariyê dikin, bêaramiyê çêdikin û îstîxbaratê didin meqamên berxwedanê û girtiyan hedef digirin. Ev kes him ji bo gelê Xezzeyê û him jî ji bo berxwedanê gefên cidî ne.
Rayedarên Ewlehiya El-Mecdê tekez kirin ku operasyonên li dijî van sîxuran wê bandora berxwedanê li ser erdê xurt bike û hewldanên îşxalkeran ên ji bo kontrolkirina herêmê têk bibe. Wan diyar kir ku wê gavên biryardar werin avêtin da ku ewlehiya giştî û serdestiya berxwedanê were misoger kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama operasyona berxwedanê ya ku li Refahê hat kirin de 4 leşkerên siyonîst mirin, 8 jî birîndar bûn. Operasyonên berxwedanê yê ku di hefteyên dawîn de li ser hev tê kirin de, zirar dan idraqa ewlehiyê yê artêşa îşxalê.
Li Qudsê di bin parastina polîsên îşxalê 388 siyonîstên Cihû ketin Mescîda Eqsayê û meşên provakatîf li dar xistin.
Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS), li dijî êrîşên li Xezzeyê tê kirin ji bo çalakîyên sikakê, protestoyên li ber balyozxaneyan û destek dayîna Fîloya Berxwedana Kûrewî bangî raya giştî ya navneteweyî kir.
Li gorî daneyên Sazîya Îstatîstîka rejîma îşxalker, di navbeyna du salan de 137 hezar Cihû, erdên Filistînê yên îşxal kirî terikandin e. Hejmara koçberan du qatê vegerîyan e, ev bi fikara ewlehî, qrîza aborî û tenêtîya navneteweyî re tê girêdan.