Tevgera Berxwedana Îslam ya Fîlîstînê (HAMAS), ji sîyonîstên îşxalkerên ku li Şerîaya Rojavayê cenazeya şehîdên ku wan qetilkiribûn ji banê avêtin re bertek nîşan da.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Dîmenên wehşî yên bi avêtina cenazeyê şehîdan a ji banê, careke din derxistîye holê ku artêşa îşxalê, di bin parastina sîyasî û leşkerî ya Emrîkayê û bêdengîya navneteweyî de li Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe yên wehşî çawa bikartîne.”
Di daxuyanîyê de ji sazîyên hemû navneteweyî re banga şermezarkirina ev muameleya gemar hat kirin, “Ev tişt, nîşan dide ku dewleta îşxalê li dijî xelkê me û li dijî xelkê herêmê ji bona ku sûc û qetlîaman bi kar bîne ji beheneyan re hewce nabîne.”
Rejîma sîyonîst, li bajaroka Kabatîyeya Cenînê cenazeya şehîdên ku di êrîşê de wan şehîd kiribû bi pihîna ji bana avahîyê avêtibû xwarê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ropartorê Taybet ê Mafên Qonit yê Neteweyên Yekbûyî Balakrishnan Rajagopal, daxuyand ku li Xezzeyê berîya zivistanê, lazimatîya 1 milyon însanan ji amûrên sitargehên acîlî re hene.
Li Kerkûka ku li başûrê Kurdistanê ye qeza pêk hat, di encama qezaya li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê de herî kêm 10 kes mirin.
Li bajara Hokkaidoya Japonyayê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.
Li Sûdanê hejmarê mirovên ku ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dane derket 473 kesan.