Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 226an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 413yan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 346emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 20 kes şehîd kirin û 76 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 226an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 413yan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma îşxalker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst ku li dijî Xezzeyê êrîşên xwe didomîne dîsa êrîşî kampa Nuseyratê kir, di encamê de 10 kes şehîd bûn.
Li Sûdanê Hêzên Destek yê Lezgîn li dijî artêşa Sûdanê herbê dike, di encama êrîşa ku li navenda Sûdanê pêk anîtin de 40 sîvîl canê xwe ji dest dan.
Di ser şehadeta Omer Muxtar ê bi navê Şêrê Çolê yê ku li dijî îşxalkerîya Îtalyayê li ber xwe da, 93 salan derbas bûn.