Helîkoptereke Apache ya Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ket xwarê
Helîkoptereke êrîşê ya ji tîpa AH-64 Apache ya artêşa Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ket xwarê. Tê gotin ku her du endamên ekîba di nav de sax hatine rizgarkirin, lê sedema ketina wê hêj ne diyar e.
Raportên destpêkê nîşan didin ku sedema ketina helîkopterê hîn ne diyar e, û tê gotin ku xeletiyeke teknîkî, agirê "dijmin" an jî îhtimalên din hene. Artêşa Emrîkayê li ser bûyerê lêpirsînek daye destpêkirin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku ekîb bi ewlehî ye. Çavkaniyên li herêmê destnîşan kirin ku bûyer piştî zêdebûna rageşiya di navbera Îran û rejîma sîyonîst de qewimî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Efxenistanê, di bûyerên ji ber barana sê mehên dawî de herî kêm 301 kes mirine û 385 kes jî birîndar bûne.
Hîzbullahê ragihand ku di rojekê de li başûrê Lubnanê li dijî hêzên îşxalker 16 operasyonên cuda pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, wesayîtên leşkerî, xetên cebilxaneyê û yekîneyên leşkerî bûne hedef, û droneke îsraîlê neçar ma ku paşve vekişe.
Serokê Parlamentoya Îranê û serokê şanda danûstandinan, Muhammed Baqir Qalibaf, diyar kir ku sedema bingehîn a rageşiyên leşkerî yên dawî yên di navbera Îran û rejîma sîyonîst de îxlalkirinên agirbestê û dorpêça behrê ye. Qalibaf tekez kir ku armanca danûstandinan ne normalîzekirina têkiliyên bi Emrîkayê re, lê bidawîanîna şer e.