Heyetên Rûsya û Emrîkayê wê li Stenbolê bicivin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku şandeyên Rûsya û Emrîkayê wê di 27ê Sibatê de li Stenbolê bicivin û xebatên balyozxaneyan binirxînin.
Heyetên Emrîka û Rûsyayê ku herî dawî di 18ê Sibatê de li Riyada paytexta Erebîstana Siûdî hatin cem hev, dê sibê li Stenbolê bicivin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku şandên Rûsya û Emrîkayê dê di 27ê Sibatê de li Stenbolê bicivin û li ser karê balyozxaneyan gotûbêj bikin.
Lavrov diyar kir ku şandeyên Emrîka û Rûsyayê dê sibê li ser mijarên xebatên balyozxaneyan bicivin û weha got, "Ev civîn dê sibê li Stenbolê bê kirin. Me ragihandibû ku dîplomat û pisporên me yên payebilind dê bicivin û mijarên girêdayî nerehetiya karê Balyozxaneya Emrîkayê ya li Moskowayê, ku encama kiryarên neqanûnî yên rêveberiya berê ya Emrîkayê ji bo çêkirina astengiyên sûnî li ber xebatên Balyozxaneya Rûsyayê bûn û me bi awayekî xwezayî bersiva wan da."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov di salvegera sêyemîn a Şerê Rûsya û Ûkraynayê de di 24ê Sibatê de serdana Enqereyê kiribû û bi Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Derve Fîdan re hevdîtin kiribû.
Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîr Fîdan re di daxuyanîya xwe de weha got, "Me li hev kir ku rêyên me yên diyalogê yên bi Emrîkayê re her tim vekirî bin. Ji bo ji nû ve destpêkirina xebatên balyozxaneyan em ê gavan biavêjin. Hefteya borî du hevdîtinên di asta teknîkî de hatin kirin, vê hefteyê jî dê hevdîtinên berfireh bên kirin. Hêvîdarim ku em bi Emrîkayê re bi astengên demokratîk rastê hev nebin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 365 kesan û 111 hezar û 780 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker serbestberdana 46 Filistînîyan heta ku cenazeyên 4 mehkûmên dagirkeriyê yên ku di gera 7emîn a pevguhertina girtiyan de girtibûn bên teşhîskirin taloq kir.
Sazîyên Alîkarîya Navneteweyî ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman, ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ji bona ku ji herêmê re 4 ambûlansan bişînin dest bi kar kirin.