Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê diyar kir ku ji 100 kesên ku di êrîşa Peşawerê de mirin 97 polês in.
Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Rana Sanaulla li Meclisa Neteweyî axivî û got, "Di encama êrîşê de 97 polês û 3 sivîlan canê xwe ji dest dan."
Duşemê li Peşawerê teqînek pêk hatibû û 100 kes miribûn û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûbûn.
Li gorî berpirsên ewlekariya niştimanî, xwekujekî ku teqemenî li ser e di dema nimêja nîvroyê de li mizgeftekê ku tê de xelk tijî bû, di nav de polês û karmendên leşkerî jî hebûn teqand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Piştî êrîşa rejîma sîyonîsta îşxalker a li dijî Îranê, Balyozxaneya Qudsê ya Amerîkayê hişyarîya ewlehiyê da karker û malbatên wan.
Li Îranê firînên sivîl ku ji ber êrîşa rejîma sîyonîst ve hatibû sekinandin dîsa hat destpêkirin.
Pêşnûmaya qerarê ya endamtiya gişti li NYyê ji bo Filistînê di Komîteya Ewlehiyê ya NYyê de ji teref Amerîkayê ve hat vetokirin.