Karwana Hêvîyê li Efxenistanê xebatên xwe yên vekirina bîra avê didomîne
Kerwana Hêvî ya ku li Efxenistanê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi desteka xêrxwazan li raxên Lovgarê bîrên avê hatin vekirin.
Kerwana Hêvî ya ku li çar aliyê cîhanê ji bo kesên hewcedar xebatên alîkariyê li dar dixe, ji bo xelkê Efxenistanê yê ku nêzî 4 sal in bi birçîbûnê re micadeleyê dikin dest bi xebatê kir.
Karwana Hêvî ya ku li wîlayeta Lovgar a Efxenistanê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi desteka xêrxwazên Tirkiyeyê li gelek deverên bajêr bîrên avê vekirin.
Serokê Giştî yê Kerwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran ku der barê xebatên ku hatin kirin de daxuyanî da û xebatên li cihê tên meşandin bi xwe şopand, teşekura xwe ji bo xêrxwazan anî ziman.
Kurtaran di axavtina xwe de derheqê rewşa hewcedariya avê ya li Efxenistanê de balan kişand û weha got: "Em xebatên xwe yên alîkariyê yên li Efxenistanê didomînin. Em niha li derdora bajarê Lovgarê ne. Bi rastî jî birayên me li vir di rewşeke pir zehmet de ne, hewcedariya wan bi taybetî heye. Ji her 10 birayên Efxen 8 kes nikarin ava paqij bi dest bixin. Herî dawî 4 kes ji ber birçîbûna salane bi tîbûnê re rû bi rû ne."
Kurtaran di dawîya axavtina xwe de weha got: "Hêvîdarim ku em ê li gor wekaleta ku ji xêrxwazan standine bîreke avê ya bi şadirwanî vekin. Ew ê li mizgefta li kêleka me nimêjê bikin û îhtîmal e ku ji bîra avê ya ku em ê vekin, desmêjê bigrin. Xwedê ji xêrxwazên me razî be û xêr û xweşiyê bide wan û hemû xizmên wan ên dinya û axretê." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Zamfara ya Nîjeryayê, dema ku wesayît derbas dibûn, mayina ku li ser rêyeke mezin hatibû çandin, teqiya. Di bûyerê de neh kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dê ji bona ku li ser naskirina serxwebûna herêma Somalîlandê ya ji teref rejîma îşxalker ve di 29ê Kanûnê de civîneke awarte li dar bixe û rewşê nîqaş bike.
Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd Dîbeybe diyar kir ku ew bi hevkariya Tirkiyeyê lêkolîna li ser qezaya balafirê ya li Enqereyê ku tê de şandeyeke leşkerî ya Lîbyayê hebû dişopînin.
Li wîlayeta Lao Cai ya bakurê Vîetnamê otobûsek ji bin kontrolê derket û qulipî, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.