Li Efxenistanê lehî û felaketên demsalî: 301 mirî
Li Efxenistanê, di bûyerên ji ber barana sê mehên dawî de herî kêm 301 kes mirine û 385 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li Efxenistanê di 10 hefteyên dawî de, ji ber lehiyên demsalî û karesatên xwezayî yên bi wan re têkildar, herî kêm 301 kes mirine û 385 kes jî birîndar bûne.
Li gorî berdevkê Desteya Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya welat Hafiz Muhammed Yusuf Hemmad, felekatan her wiha wêraniyeke berfireh li binesazî û debara jiyanê jî çêkir.
Hemad diyar kir ku nêzîkî 2.000 xanî bi tevahî wêran bûne, 7.187 xanî qismî zirar dîtine, nêzîkî 580 km rê di bin avê de mane, û berhemên li ser zêdetirî 30.300 donim erdê çandiniyê di bin avê de mane an jî wêran bûne.
Rayedar her wiha got ku li seranserê welat bi tevahî 18 hezar û 812 malbat bandor bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hîzbullahê ragihand ku di rojekê de li başûrê Lubnanê li dijî hêzên îşxalker 16 operasyonên cuda pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, wesayîtên leşkerî, xetên cebilxaneyê û yekîneyên leşkerî bûne hedef, û droneke îsraîlê neçar ma ku paşve vekişe.
Helîkoptereke êrîşê ya ji tîpa AH-64 Apache ya artêşa Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ket xwarê. Tê gotin ku her du endamên ekîba di nav de sax hatine rizgarkirin, lê sedema ketina wê hêj ne diyar e.
Serokê Parlamentoya Îranê û serokê şanda danûstandinan, Muhammed Baqir Qalibaf, diyar kir ku sedema bingehîn a rageşiyên leşkerî yên dawî yên di navbera Îran û rejîma sîyonîst de îxlalkirinên agirbestê û dorpêça behrê ye. Qalibaf tekez kir ku armanca danûstandinan ne normalîzekirina têkiliyên bi Emrîkayê re, lê bidawîanîna şer e.