Li Fîlîpînan felaketa tofanê: 250 kes mirin, 112 kes winda ne
Li gorî agahiyan, hejmara qurbaniyên tofanên Kalmaegi û Fung-wong ên ku tesîrê Fîlîpînan kirin gihîştiye 250 kesan.
Konseya Kêmkirin û Rêvebirina Rîska Felaketên Neteweyî ya Fîlîpînê (NDRRMC) ragihand ku hejmara qurbaniyên Bahoza Kalmaegi gihîştiye 232 kesan, 112 kes jî winda ne.
Ofîsa Parastina Sivîl a Fîlîpînê (OCD) ragihand ku hejmara qurbaniyên ji ber lehî û erdhejên ku ji ber tofana din a Fung-wong çêbûne, gihîştiye 18 kesan.
Rayedaran gotin ku ji ber her du tofanan bi mîlyonan kes neçar man ku malên xwe terk bikin.
Hat ragihandin ku ji ber tofanan xanî û binesaziyên girîng, di nav de rê û pir, zirar dîtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman ji bona ku li Xezzeyê şîva germ belav bike projeyek bi navê “Her Roj Sifreyek” dabû destpêkirin, bi xêra xêrwxazan û bi piştgirîya wan li Xezzeyê alîkarîya xwe berdewam dike.
Rejima îşxalker, li Xan Yûnisê malekî hedef girtin, li Beyt Lahîyayê jî sê êrîşên asîmanî li dar xist; ji alîyê behrê ve jî gelek gule hatin reşandin.
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro êrîşên hewayî yên rêveberiya Serokê Emrîkayê Donald Trump li Karayîban wekî "kuştinên bêdad" bi nav kir, hevkariya îstîxbaratê rawestand û daxwaza lêpirsîna sûcên şer li ser Trump kir.
Aysem Muallayê 13 salî, ku mehek berê li bajarokê Beytayê li dijî sivîlên ku zeytûnan berhev dikirin gaza jehrî hatibû bi kar anîn, li nexweşxaneya ku ew lê hatibû rakirin şehîd bû.