Hat diyarkirin ku li Fîlîpînan Bahoza Nalgaeyê tesîrdar dibe, ji van afetan herî kêm 13 kes canê xwe ji dest dan, 5 kes jî winda bûn.
Li Fîlîpînan a ku her sal hema hema 20 bahoz û bagêr tesîrdar dibe, bahoza Nalgaeya ku 16emîna bahoza tropîkalê ye, li hinek herêmên welat tesîrdar bû û bû sedema baran, lehî û hezazan.
Rayedarên Fîlîpînan, daxuyandin ku li bajara Maguîndanaoya li Herêma Otonoma Bangsamoroyê ji şevê heta serê sibê baraneke bi dijwar tesîrdar bû.
Di daxuyanîyê de xeyn ji vê, hat îfadekirin ku li herêma Datu Blah Sinsuatayê 10 kes li herêma Datu Odin Sinsuata ya girêdayê Maguîndanaoyê jî 3 kes ji ber lehî û hezazan canê xwe ji dest dan, ji bona ku kesên windayên ku di bin xanîyên ku ji ber hezazê xera bûne de ne bên dîtin jî ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatine sewqkirin.
Marshall Sînsuatê Serokê Şaredarîya Datu Blah Sînsuatê jî daxuyand ku li bajêr ji 5 kesan xeber nayê girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ofîsa Medyaya hikumeta Xezzeyê, bang li welatên cîhanê kir, bila ji Xezzeyê re alîkarîyên ku têne şandin bi rêyên rast û baş bêne şandin.
UNRWA, daxuyand ku rejîma sîyonîst a îşxalker di êrîşên li Xezzeyê de 13 hezar û 750 zarokan qetil kirine.
Li Gelîyê Urdina Şerîaya Rojavayê bi çekê çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin, di encama çalakîyê de 3 îşxalkerên sîyonîst birîndar bûn.
Serokê Dewleta Rûsyayaê Vladîmîr Putîn, got ku balafirên herbê F-16 yên ku ji Ukraynayê re bêne dayîn, li balafirgehên welatên sêyemîn ên ku li hemberê Rûsyayê ne be jî ew ê ji wan re bibe hedefên meşrû.