Sîyonîstên îşxalker li başûrê Libnanê êrîşa asîmanî li dar xist, di êrîşê de 3 tenduristvan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî ya Libnanê diyar kir ku li çarrêya Deyr Kanun Ras El Aynê ji wesayîtên wan re êrîş hatîye lidarxistin, di êrîşê de 3 tenduristvan canê xwe ji dest dan, sê kes jî birîndar bûn.
Navenda Operasyona Rewşa Acîl ê Tenduristîya Gel a Wezaretê daxuyand ku artêşa îşxalê wezîfedarên tenduristîyê û tesîsên ambûlansê hedef digre.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Hêzên îşxalê di nav rojê de cara duyemîn ekîba ku girêdayê Komeleya Parastina Sîvîl a Otorîteya Tenduristî ya Îslamî ne hedef girt. Di êrîşê de sê wezîfedarên tenduristîyê şehîd bûn, sê kes jî birîndar bûn.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi hezaran sîyonîst ku di navbera wan de wezîrê qaşo yê ewlehîya netewî ya îşxalkeran Itamar Ben-Gvir jî heye, li bajara El-Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî Camîya Îbrahîm El-Xelîlê ya ku dîrokê ye kirin.
Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew bi fuzeyên hîpersonîk baregeha Newatîma îşxalê hedef girtine.
Balafirên herbê yên rejîma îşxalker, doh êrîşî Kampa Nuseyratê kirin, di êrîşa bombeyî de du kes şehîd bûn.