Li Nîjerê, di encama êrîşên li djiî leşkeran de 20 leşker û sîvîlek canê xwe ji dest dan.
Wezareta Parastin a Nîjerê, di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir ku di êrîşa terorê de 20 leşker û sîvîlek mirine, 9 kes jî birîndar bûne.
Wezaret di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Çeteyeke ku ji çekan pêk tê êrîş li dar xist dûre êrîşdar tev hatin kuştin, ji herêmê re yekîneyên destekê ji hewa û bejahîyê hatin şandin.”
Hat diyarkirin ku ew ê li welat ji bo sê rojan şîna netewî bê îlankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Kenanî, derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrallah de weha got, “Ew ê rêya Seyyîdê berxwedanê ya ku bi şanazî û îftîxarê tijîkirîye berdewam bike û bi îzna Xwedê doza wî ya pîroz ew ê bi azadbûna Qudsê pêk were.”
Tevgera Berxwedana Îslamî ya li Filistînê HAMAS, derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Hesen Nesrallah de weha got, “Ew ê van xwînan, bi tevî xwîna şehîdên Xezzeyê saz bibe û ew ê rêya berxwedanê ronî bike; wê berxwedan tu dem mil daneyne û ew ê teslîm nebe.”
Hîzbullahê Libnanê, daxuyand ku Sekreterê Giştî yê tevgerê Seyyîd Hesen Nesrullah şehîd bûye.
Artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst, ji sîvîlên ku doh êvarê malên wan bomberdûman kirin re xwest ku bila malên xwe terk bikin.