Li Rûsyayê balafira kargoya leşkerî ket xwarê
Li herêma Îvanovo ya Rûsyaya balafireke kargoyê ya leşkerî ya ji tîpa “An-22” ket xwarê.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Li herêma Îvanovoyê balafira kargoyê ya leşkerî ya ji tîpa An-22yê, di firîna dema testê ya ku piştî temîrê dihat kirin ket xwarê.”
Hat destnîşankirin ku ji herêmê re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatine sewqkirin, derheqê rewşa mirettebata balafirê de hêj tu agahîyek nehat dayîn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku sedema ketina balafirê ew ê were lêkolînkirin.
Li gorî çapemenîya Rûsyayê tê destnîşankirin ku di balafirê de 7 kes hebûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serîyeyyên Qudsê ragihandin ku dosyayên êsîrên dijmin ên ku di destê tevgerê de ne hatine girtin û bang li navbeynkar û garantoran kirin ku zextê li dijmin bikin da ku pabendbûnên xwe yên bi peymanê re bicîh bîne û îxlalkirinên xwe yên sûc ên dubare rawestîne.
Di şewata avahiyek heft qatî ya li Cakartaya paytexta Endonezyayê de, herî kêm 20 kes mirin.
Li wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin, di encamê de şeş kes mirin, şeş kes jî birîndar bûn.