Li Senegalê qeza: 23 mirî, 30 birîndar
Li bakurê Senegalê qezaya trafîkê pêk hat herî kêm 23 kesan mirin, 30 kesan jî birîndar bûn.
Otobûsa ku li alîyê bajara Saint-Louisê diçû, li nêzê bajara Lougayê qelibî.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil, 23 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî birîndar bûn.
Li bajêr di 8ê Çileyê de jî qezayek pêk hatibû û di encama wê qezayê de jî 41 kesan canê xwe ji dest dabûn, 100 kesan jî birîndar bûbûn.
Li welat ji ber qezayê ji bo 3 rojan “şîna neteweyî” hat îlankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Vîdyoyek kurt ku tê de Yaman, kurê fermandarê şehîd Huzeyfe el-Kehlut (Ebû Ubeyde), ku li kêleka wî şehîd bû, tê de hene, li ser medyaya civakî dengvedanek mezin çêkir.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku di sala 2025an de 56 rojnamevanên Filistînî dema ku li ser wezîfeya xwe bûn şehîd bûne. Hejmara rojnamevanên ku ji destpêka êrîşên qirkirinê ve şehîd bûne gihîştiye 275an.
Wêneyên satelîtê nîşan dan ku du kampên mezin ên penaberan li Bakurê Darfûrê û wîlayetên bakurê Sûdanê bi dijwarbûna şer re bi lez berfireh bûn. Piştî hilweşîna El-Feşîr, bi deh hezaran kes revîyan deverên ewletir.
Li Xezzeyê ji ber serma û tofanên dijwar sê kes şehîd bûn, di heman demê de rejîma sîyonîst peymana agirbestê di roja 83an de îxlal kir. Di encama êrîşên hewayî, topxane û gulebaranê de birîndar hene; li Şerîaya Rojava jî ciwanek şehîd bû.