Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 365 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 365 kesan û 111 hezar û 780 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 17 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 48 hezar û 365 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 17 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 365 kes şehîd bûn û 111 hezar û 780 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker serbestberdana 46 Filistînîyan heta ku cenazeyên 4 mehkûmên dagirkeriyê yên ku di gera 7emîn a pevguhertina girtiyan de girtibûn bên teşhîskirin taloq kir.
Sazîyên Alîkarîya Navneteweyî ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman, ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ji bona ku ji herêmê re 4 ambûlansan bişînin dest bi kar kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku şandeyên Rûsya û Emrîkayê wê di 27ê Sibatê de li Stenbolê bicivin û xebatên balyozxaneyan binirxînin.