Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 32 kes hatin şehîdkirin, 139 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 658an, hejmarê birîndaran jî derket li ser 86 hezaran.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Kenanî, derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrallah de weha got, “Ew ê rêya Seyyîdê berxwedanê ya ku bi şanazî û îftîxarê tijîkirîye berdewam bike û bi îzna Xwedê doza wî ya pîroz ew ê bi azadbûna Qudsê pêk were.”
Tevgera Berxwedana Îslamî ya li Filistînê HAMAS, derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Hesen Nesrallah de weha got, “Ew ê van xwînan, bi tevî xwîna şehîdên Xezzeyê saz bibe û ew ê rêya berxwedanê ronî bike; wê berxwedan tu dem mil daneyne û ew ê teslîm nebe.”
Hîzbullahê Libnanê, daxuyand ku Sekreterê Giştî yê tevgerê Seyyîd Hesen Nesrullah şehîd bûye.
Artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst, ji sîvîlên ku doh êvarê malên wan bomberdûman kirin re xwest ku bila malên xwe terk bikin.