Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku fermana şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyîd Hasan Nasrullah ji navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê hatiye dayîn.
Maduroyê ku ji bo Hîzbullahê sersaxî xwest, bang li Misilmanan, gelên cîhanê û gelê Ereban kir ku dengê xwe bilind bikin û li tevî Lubnanê li cem gelê Filistînê bin.
Maduro wisa peyivî,
“Îro em hîn bûn ku sûîqest li Sekreterê Giştî yê Hizbullahê birêz Hesen Nasrallah ku yek ji rêberên gelên Ereb û alema Misilmana ye hatiye kirin. Li ser navê bloka dîrokî ya şoreşgerî ya hêzên Bolîvarî yên Venezuelayê, ez piştgirîya xwe bi Hizbullah, malbata wî û gelê Lubnanê re radigihînim. Û em vê sûcê red dikin. Dixwazin vê meşrû bikin. Lê suîqest li wî kirin, êrîşî avahiyan, cîranan kirin û bi sedan mirovan kuştin. Hun ji vêya re çi dibêjin? Sûc. Fermana êrîşê ji navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê hatiye dayîn. Û tirsonekên dinyayê bêdeng man. Lê tu kes nikare dengê gelên serîhildane qut bike. Ji ber vê yekê ez bang li Misilmanan, gelên cîhanê û gelê Ereban dikim ku dengê xwe bilind bikin û li tevî Lubnanê li cem gelê Filistînê bisekinin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mihafizên Şoreşê ya Îranê (MŞÎ) ragihand ku General Ebbas Nîlforuşanê yek ji fermandarên girîng bû, di êrîşa asîmanî ya rejîma îşxalker a li ser Beyrûdê de şehîd bûye.
Birayên Misilman (Îxwan) şehîdkirina hin rêvebirên bi taybet Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah şermezar kir û bang li welatên ereb û Îslamê kir ku li cem Lubnanê bisekinin.
Siyonîstên îşxalker ên ku li Şerîaya Rojava êrîş û desteser kirinan zêde kirin, 40 Filistînîyên din desteser kirin.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 595an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 251an.