Mihafizên Şoreşê ya Îranê (MŞÎ) ragihand ku General Ebbas Nîlforuşanê yek ji fermandarên girîng bû, di êrîşa asîmanî ya rejîma îşxalker a li ser Beyrûdê de şehîd bûye.
General Abbas Nîlforuşanê Yekîneya Pêwendiyên Gel a Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û şêwirmendê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îslamî li Lubnanê bû, di êrişa rejîma terorîst a di 27ê Îlonê de şehîd bûye.
Mihafizên Şoreşê her wiha cinayetên rejîma siyonîst li Lubnanê şermezar kir û sersaxîya xwe ji ayetullah Xamineî, malbata şehîd û gelê Îranê re xwest. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Birayên Misilman (Îxwan) şehîdkirina hin rêvebirên bi taybet Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah şermezar kir û bang li welatên ereb û Îslamê kir ku li cem Lubnanê bisekinin.
Siyonîstên îşxalker ên ku li Şerîaya Rojava êrîş û desteser kirinan zêde kirin, 40 Filistînîyên din desteser kirin.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 595an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 251an.