UNRWA got ku niha zêdetirî 415 hezar kesên bêwar li avahîyên dibistanên li Xezzeyê bi cih bûne, di heman demê de bi sed hezaran di "şertên xirabtir di stargehên demkî" de dijîn.
UNRWA ji ser hesaba xwe ya Xê ragihand, “Niha zêdetirî 415 hezar kesên bêwar li avahîyên dibistanên li Xezzeyê bi cih bûne, di heman demê de bi sed hezaran di "şertên xirabtir di stargehên demkî" de dijîn.”
Di nivîsê de her wiha îfadeyên jineke ji Xezzeyê koçkirî jî cih girt. Pîreka ku hat diyarkirin navê wê Eyşeye got, “Evder ne ji bo perwerdehî û ne ji bo mayînê ye jî. Ev der cihê ku ez dijîm. Min mal û cihê xwe yê xweş hişt û hatim vê cihê ku îhtîyacên jiyanê lê kêm in.
Em wek jinên Filistînî yên koçkirî li vir in; Em di warê tenduristî, şert û mercên aborî, bêyî ku piştgirî û alîkariyê xwarin û vexwarinê de, zehmetiyên mezin dikişînin. Şert û mercên jiyanê ji me dûr in, tuwalet dûr in, cihê ku em xwarin û bêhnvedanê amade bikin tune ye, cihê me ne ewle ye û her kêliyê di bin rîska bombebaranê de ne. Li tevahiya Xezzeyê ewlekarî nîne. Ew me ji mafê ewlekarî û parastinê bêpar dikin. Mafê me ye ku em di dema şer de bên parastin, em wek jinên Filistînî êş û azarê dikişînin, hewcedariya me bi piştgiriya we heye, me biparêzin, em ji we daxwaz dikin ku hûn ji bo jinên ku di vî şerî de bêguneh in.”
Ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve ku êrîşên îşxalê yên li ser Şerîda Xezzeyê dest pê kirin, piraniya wan jin û zarok 44 hezar û 382 kes şehîd bûne û zêdeyî 105 hezar û 142 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane hê jî di bin xirbeyan û li ser rêyan de ne, lê tîmên ambulans û rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku mûşek avêtine nav axa Filistîna îşxalkirî û 4 siyonîstên îşxalker birîndar bûn e.
Îtamar Ben Gvîrê îşxalker ê qaşo wezîrê ewlehiyê yê rejîma siyonîstî bi hinceta ku hoparlorên mizgeftan bûne “çavkanîya bêaramîyê” fermana komkirina hoperlorên mizgeftan da.
Ji ber ku hikûmeta Gurcistanê muzakereyên beşdarbûna li Yekîtîya Ewrûpayê heta sala 2028an sekinand li welêt xwepêşanên protestoyê dest pê kirin.