Parlamentera Misilman Omar ya rejîma îşxalker rexne kir, ji komîteya Emrîqayê hat îxraçkirin
Meclîsa ku di bin serokatîya Komartîyê de ye, Temsîlkara Demokrat Îlhan Omar bi şîroveyên xwê yên li dijî rejîma îşxalker sebeb nîşan da û qerar da ku ew ji Komîteya Karên Derve hat derxistin.
Meclîsê Temsîlkarên Emrîqayê, ji Îlhan Omara Parlamentera Demokrat a Misilman ya ku ji rejîma îşxalker re rexneyan nîşan dabû re ji bona ku wezîfeya wê ya Komîteya Karên Derve bê dawîkirin dengdayîn kir.
Di dengdayîna Meclîsa bi serokatîya Komartîyan de li hember 211 rayên “na” 218 rayên”erê” girt, bi vê şeklê Omar ji Komîteya Karên Derve hat derxistin.
Omar, di axavtina xwe ya berîya dengdayînê de weha got, “Dewrekî tenê ez di komîteyê de nebim jî ew ê dengê min kêm nebe. Ew ê dengê min zêdetir û bi qewet derkeve. Ray bidin an jî nedin ez li vê derê me û ji bona ku li hember bêedaletîya li dinyayê bibim dengek û ji bona ku dinyayeke baş biparêzim ez li vê derê me.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wilayeta Java ya Navîn a Endonezyayê, ji ber hezazê şeş kes mirin û 17 kes jî winda ne.
Emîrîtya Îslamî ya Efxenistanê diyar kir ku balafirên bêpîlot ên Amerîkî bi rêkûpêk dikevin qada hewayî ya Efxenistanê û ev yek serweriya welat têk dide.
Hat ragihandin ku rêveberiya Emrîkayê vê dawiyê li ser destwerdana leşkerî ya muhtemel a li Venezuelayê nîqaş kiriye û Trump "nêzîkî biryarekê dibe".
HAMASê hişyarî da ku felaketeke însanî dikare ku çêbibe û ji ber nêzîkbûna zivistanê ji cîhanê xwest ku alîkariya Xezzeyê bikin.