Êrîşên mûşekî yên Hîzbûllaha Lubnanê ya li dijî bajarên bajarê Hayfaya îşxalkirî û dora wê di domahoya şevê de dewam kir, her wiha artêşa qaşo ya îşxalkeran ragihand ku ew li dijî Lubnanê dest bi êrîşa asîmanî kirine.
Êrîşên mûşekî yên Hîzbûllahê ya li dijî herêmên bakûra îşxalkirî di danê sibehê de jî dewam kir.
Li gor daxuyaniya artêşa qaşo yên îşxalkeran, ji Lubnanê ber bi erdên îşxalkirî ve ji domahiya şevê 115 mûşek hatin avêtin.
Li dimînên ku ji ser medyaya civakî tên parvekirin tên dîtin ku mûşekên hatine avêtin li hedefan xistine, îşxalkeran diyar kir ku 3 kes birîndar bûne.
Hîzbûllaha Lubnanê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku, ji bo piştgirîya berxwedana gelê Filistînê yên li Xezzeyê, li dijî êrîşên îşxalkeran, bi mûşekên tîpên Fadî-1 û Fadî-2 li nêzî Hayfa bargeha asîmanî ya bi navê Ramat Davîd û navenda şîrketa pîşesazîya parastinê hatine hedefgirtin.
Her wiha di danên şevê de ji teref berxwedana Iraqê ve bi balafirên bê mirov li dijî erdên îşxalkirî operasyon hatin kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ropartorê Taybet ê Mafên Qonit yê Neteweyên Yekbûyî Balakrishnan Rajagopal, daxuyand ku li Xezzeyê berîya zivistanê, lazimatîya 1 milyon însanan ji amûrên sitargehên acîlî re hene.
Li Kerkûka ku li başûrê Kurdistanê ye qeza pêk hat, di encama qezaya li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê de herî kêm 10 kes mirin.
Li bajara Hokkaidoya Japonyayê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat.
Li Sûdanê hejmarê mirovên ku ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dane derket 473 kesan.