Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku di dîroka Îslamê de bi tekoşîna xwe ya li dijî îşqalkerên Îngîlîz û siyonîstan tê nasîn di salvegera şehadeta xwe ya 87emîn de tê yadkirin.
Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê li dijî îşqala sîyonîstan tekoşîn kiriye û derbarê vê yekê de ji ciwanên Îslamê re bûye mînak bi minasebeta salvegera xwe ya 87emîn tê yadkirin.
Şêx Îzzeddîn El-Qessam di sala 1921an de li bajarê Hayfaya Flîstînê bicî dibe û dest bi dersên ilmî dike. Her wiha ji bo ku gel ji aliyê Îslamê ve hişyar bibe dest bi xebatên xwe yên îrşadê dike. Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku bang li gel dikir da ku hişyar bibin, exlebê di waazên xwe de qala cîhadê dikir. Dûvre wek fiîlî dest bi xebatên cîhadê kir û derbarê vê yekê de ders dida ciwanan. Di pêşengiya wî de di sala 1931an de tevgereke cîhadî hat destpêkirin. El-Qessamê ku di rêya azadbûna Filîstînê de tekoşîneke pir mezin kir di 19ê Mijdara sala 1935ê de ji teref yekîneya Îngilîzan a ku ji 500 kesî pêk dihat ve piştî ku hat dorpêçkirin hat şehîdkirin. Pêşeng û Rêberê Şaxa Leşkerî ya HAMASê ya Tevgera Berxwedana Îslamî Şêx Îzzeddîn El-Qessam bi minasebeta salvegera şehadeta xwe ya 87emîn tê yadkirin.
Şêx Îzzeddîn El- Qessam kî ye?
Muhammed Îzzeddîn Îbnî Abulkadîr El- Qessamê ku ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê tekoşîn dikir li Cebeleya girêdayê Lazkiyeya Sûrî di sala 1880an de hat dinê. El- Qessam li Sûrî û Misrê ilmên Îslamî tehsîl kir û dûvre ji Zanîngeha El- Ezher mezûn bû. Piştî vê yekê El- Qessam dest bi xebatên îrşadê kir.
Her wiha El-Qessam derbarê tekoşîna Îslamî de xwedî helwesteke baş bû. El- Qessam derbarê vê yekê de biryar dide ku beşdarê tekoşîna Omer Muxtar bibe. Lê hikûmeta li Sûrî ji beşdarbûna cîhada Lîbyayê ya Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hevalên wî re bû asteng. El-Qessam dema ku dibîne hêzên dagirker û siyonîst derbarê lîstika Qudsê de têkiliyê bi hev re dikin di sala 1921an de li bajarê Hayfaya Filîstînê bicî bû.
Dema ku dibîne Îngilîzên ku axên Filîstînê dagir dikin û Yahudiyan tînin li wir bicî dikin, dest bi amadehiya cîhadê dike. Di vê heyamê de ji aliyekê ve ders dide ciwanan da ku beşdarê cîhadê bibin û ji aliyekê ve jî teçhîzat temîn dike. Lewra di 5ê Nîsana sala 1931an de wek fiîlî cîhad hat destpêkirin. Dê vê dîrokê de micahîdên Îzzeddîn El-Qessam li El-Yecûrê êrîş lidar dixin û 3 sîyonîstên ku têkiliya wan bi Îngilîzan re heye dikujin. Êrîşên cûr bi cûr li dijî dagirkerên Îngilîz û siyonîstan lidarxistin.
Şehadeta Şêx Îzzeddîn El- Qessam
Şêx Îzzeddîn El- Qessam di 19ê Mijdara sala 1935an de dema ku perwerdehî dida micahîdan ji teref yekîneya Îngilîzan a 500 kesî ve hat dorpêçkirin. Lê El-Qessam û micahîdên bi wî re teslîm nebûn. Wan bi dagirkeran re şer kirin. Piştî vê yekê di encama êrîşa hewayî ya ku li dijî wan hat lidarxistin de Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hinek micahîdên cem wî hatin şehîdkirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara wan kesên di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Bi sedan şênîyên Cihû yên di bin parastina rejîma îşxalker de bûn, ketin xawlîya Mescîda Eqsayê ya di bin îşxalê de ye.
Kongreya Amerîkaya îşxalker, pakêta “arîkarîya parastinê” ya 26 mîlyar dolarî ji bo rejîma sîyonîst re pejirand.
Kamîna Johnson Smîthê Wezîrê Karên Derveyê ya Jamaîkayê, qerara hikûmeta wan a naskirina fermî ya Filistînê piştrast kir.