Rapora Emrîkayê: Bi sedan îxlalkirinên îsraîlê li Xezzeyê bê ceza dimînin
Raporteke nepenî ya Ofîsa Muhasebekaran a Wezareta Derve ya Emrîkayê eşkere kir ku artêşa rejîma sîyonîst li Xezzeyê bi sedan îxlalkirinên mafên mirovan kiriye. Ev îxlalkirin, li gorî Qanûna Leahy, ji bo rawestandina alîkariya leşkerî ji aliyê Emrîkayê ve bingehek têrker in, lê Washingtonê ti tedbîr negirt.
Raporteke nepenî ku ji aliyê dezgeheke çavdêriyê ya hikûmeta Emrîkayê ve hatiye amadekirin, eşkere kir ku artêşa rejîma sîyonîst bi sedan îxlalkirinên mafên mirovan li Xezzeyê kirine, lê yek ji wan jî nehatiye cezakirin.
Li gorî rojnameya Washington Post, ev rapora ku ji teref Ofîsa Kontrolê ya Wezareta Derve ya Emrîkayê ve hatiye amadekirin, cara yekem e ku saziyeke fermî ya Emrîkayê qebûl dike ku rejîma sîyonîst "Qanûna Leahy" li Xezzeyê îxlal kiriye.
Qanûna Leahy qedexe dike ku Emrîka alîkariya leşkerî bide yekîneyên leşkerî yên biyanî yên ku îxlalkirinên mafên mirovan ên cîddî dikin, wek bikaranîna hêza kujer, îşkence, an jî darvekirin. Lêbelê, rapor diyar dike ku tevî van îxlalkirinên belgekirî, rêveberiya Emrîkayê alîkariya xwe ji rejîma sîyonîst re domand.
Emrîkayê salane bi qasî 3.8 milyar dolar alîkariya leşkerî dide rejîma sîyonîst. Tevî ku li Xezzeyê kuştinên girseyî yên belgekirî hene jî, ev piştgirî nehatiye qutkirin. Raport tekez dike ku ev rewş bi giranî berpirsiyariya Emrîkayê ya li hember hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan lawaz dike.
Raportê bi taybetî du bûyerên mezin destnîşan kir: Kuştina heft Filistîniyên ku li rêxistina alîkariyê ya "World Central Kitchen" dixebitin di Nîsana 2024an de, û komkujiya zêdetirî 100 Filistîniyên ku li dora kamyonên alîkariyê li bajarê Xezzeyê kom bûbûn di Sibata 2024an de.
Herwiha di raporê de tê destnîşankirin ku Emrîkayê di çavdêriya îxlalkirinên leşkerên biyanî de muameleya tercîhî daye rejîma siyonîst. Tê destnîşankirin ku her çend lêpirsînên li welatên din di nav çend mehan de têne temam kirin jî, pêvajoyên ku rejîma sîyonîst tê de ne dikarin bi salan bidomin.
Karbidestê berê yê Wezareta Derve ya Emrîkayê Charles Blaha sîstema heyî wekî "nefonksiyonel" bi nav kir û got, "îsraîl îxlalkirinên eşkere dike, lê Washington ti gavên berbiçav navêje."
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku di kuştina Omer el-Esedê Filistînî-Emrîkî yê 80 salî ji aliyê leşkerên siyonîst ve li Şerîaya Rojava di sala 2022an de tu cezayê leşkerî nehatiye dayîn û rêveberiya Biden ragihandiye ku ew "ji gavên ku îsraîlê avêtine razî ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Hindistanê ji ber Bahoza Montha ku li Telangana û Andhra Pradesh zirar û ziyaneke mezin çêkir, herî kêm 9 kes mirin.
Tûgayên Îzzedîn el-Qessam ragihandin ji bona ku vê dosyayê bigirin ekîbên wan amade ne ku di heman demê de cenazeyên êsîrên îşxalkeran ji hemî xalên di nav Xeta Zer de derxînin.
Rêveberê Giştî yê Rêhesinên Îranê Cebbar Elî Zakerî ragihand ku li gorî peymana dawî ya bi Rêhesinên Tirkiyeyê re, rêwiyên Îranê wê li ser beşek ji xeta trênê ji Wanê heta Enqerê trênên bilez ên Tirkîyeyê bikar bînin.
Hêzên sîyonîstên îşxalker, li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anîtin, di encamê de 2 Filistînî şehîd bûn.