Sîyonîstên îşxalker, doh êvarê êrîşî cîhên leşkerî yên Sûrîyeyê kir, di encama êrîşê de 5 leşkerên Sûrîyeyê mirin, leşkerek jî birîndar bû.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Sûrîyeyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Îro di seat 01.35an de îsraîlê dijmin, ji alîyê Golana îşxalkirî re êrîşa asîmanî li dar xist. Di êrîşê de, tesîsên me yên leşkerî yên ku li sînora Sûrîye-Libnanê ye hedef girtin. Di encama êrîşê de, 5 leşkerên me mirin, leşkerekî me jî birîndar bûn.”
Ji teref sîyonîstên îşxalker ve derheqê êrîşê de tu daxuyanîyek nehat dayîn.
Rejîma sîyonîst ji sala 2011an vir ve li dijî Sûrîyeyê êrîşan li dar dixe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hîzbullahê li dijî bakurê Filistîna îşxalkirî fuzeyan avêt.
Di êrîşa rejîma îşxalker a li Libnanê de yek ji fermandarên Hîzbullahê Muhammed Huseyîn Sorur “Hac Ebû Salîh” şehîd ket.
Îşxalkerên qatil li herêma Jabal Subeiha Nablusê, bi xaza îsotê êrîşî rojnameger û tîmarkeran kir.