Rejîma sîyonîst 9 Filistînîyan êsîr girt
Rejîma îxşalker, li çend herêmên cuda yê Şerîaya Rojava di encama êrîşan de 9 Filistînîyan êsîr girt.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin îşxalkeran, li qesebeya Burkaya ku li bakurê Nablusê ye, Muhammed Abdurrahman Ebu Seyfîyê ji êsîrên berê ye êsîr girt.
Li qesebeya Akabaya wîlayeta Tubasê jî Hamza Ebu Arra, Murad Ebu Hamd û Mahmud Ebu Arra hatin desteserkirin.
Li Cenînê ciwanekî bi navê Ridvan Ebu Ma’la û Filistînîyekî dinê hatin êsîrgirtin.
Hat îfadekirin ku di encama êrîşa îşxalkeran a ku li bajara El-Xelîlê kirin de jî ciwanên bi navê Adnan Ferid Cabir û Muhammed Fadi Cabir û Filistînîyekî dinê hatin desteserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî tekez kir ku Iraq ne hewce ye ku "têkiliyên xwe bi rejîma îşxalker re normal bike" û girîngiya yekîtiya civakî destnîşan kir.
Hêzên Îranê li avên başûrê welat dest danîn ser keştiyek ku sotemeniya qaçax hildigirt û 16 endamên ekîba biyanî jî di nav de bûn.
Li Xan Yûnisê, li başûrê Xezzeyê, ji nav xirbeyên xaniyekî ku ji ber êrîşa rejîma siyonîst wêran bûbû, cenazeyên 14 Filistîniyan hatin derxistin.
Di teqînekê de li mizgeftekê li Nîjeryayê 7 kes hatin kuştin.