Sîyonîstên îşxalker, di qetlîamên li Cîbalîye û Beyt Lahîyaya bakurê Xezzeyê de di nav 24 seatên dawîn de 100 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa rejîma sîyonîst a îşxalker li Xezzeyê êrîşên xwe bênavber didomîne.
Berdevkê Midûrtîya Parastina Sîvîl a Filistînê Mahmud Basal weha got, “Di qetlîamên îşxalkeran a li Cîbalîye û Bet Lahîyeyê di nav 24 seatên dawîn de li dar xistine de gelek mirovên ku di navbera wan de pîrek û zarok jî hene 100 kes şehîd bûn.”
Basal, îfade kir ku ji şehîdan 75 hebên wan ji malên malbatên Ahmed û El-Babayê hatine derxistin.
Basal destnîşan kir ku her roj gelek malên malbatan têne bomberdmankirin, ji destpêka êrîşên li dijî bakurê Xezzeyê vir ve 2 hezar û 700 Filistînê şehîd bûne, ji 10 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûne.
Rejîma sîyonîst plan dike ku Filistînîyan ji bakurê Xezzeyê derbixe û bi mayînde ew li wê derê bimîne.
Ji ber vê yekê nahêle ku bila ji herêmê re xewarin, sotemenî û ava paqij bê şandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Basîm Naîm yek ji rayedarên HAMASê, daxuyand ku lijneyek ji tevgerê ji bo hevdîtinên “agirbesta li Xezzeyê” ew ê biçe Qahîreya peytexta Misirê.
Li Ugandayê ji ber şilîya zêde ax herikî, di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 113 kes jî winda bûn.
Li bakurê Sûrîyeyê pevçûnên di navbera rejim û muxalifan de hene dijwartir bû.