Rejima qatil êrîşî kon, xanî û navendên alîkarîyê kir: 85 şehîd

Di êrîşên nav 24 dawîn a rejima îşxalker de herî kêm 85 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Vê carê jî hedefê sîyonîstan xanî, kon, kampa penaberan û navendên alîkarîyê bûn. Di navbera şehîdan de gelek zarok û pîrek hebûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên mehellî û Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hatine bidestxistin, di êrîşa ku li herêma Mewasîya Xan Yûnisê li dijî konan hat lidarxistin de 3 jê zarok 8 kes şehîd bûn. Di êrîşa ku li heman cîhê li dijî sîvîlên ku xwe sipartibûn navendên alîkarîya di bin îdareya Emrîka-rejima îşxalker de ye de jî 15 kes ji gazê fetisîn û 6 kes jî ji ber êrîşên rasterast canên xwe ji dest dan.
Kampên Cibaliya, Bureyc û Nusayratê jî bûn hedefên balafirên sîyonîstan. Di êrîşan de li Bureycê zarok jî di nav de 8 kes, li Nuseyratê jî li konek û qehwexaneyekî jî 11 kes şehîd bûn.
Li herêmên El-Kerame, Sabra, Et-Tuffah û Ez-Zeytuna bakurê Xezzeyê jî xanîyên sîvîlan hatin hedefgirtin û kolan hatin bomberdmankirin. Di van êrîşan de zarok jî di nav de bi dehan mirov şehîd bûn.
Êrîşên sîyonîstan bênavber berdewam dikin, ji ber vê yekê ekîbên parastina sîvîlan ji bo gihîştina kavilan gelek zehmetîyên dikşînin. Ji ber kêmasî û tinebûna dermanan jî gelek kes bêderman û bêtedawî dibînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullahê Şêx Naîm Qasim di axaftina xwe ya salvegera şehadeta yek ji fermandarên xwe yên payebilind Elî Karakî de ragihand ku ew ê li dijî rejîma sîyonîst micadeleya xwe bidomînin.
HAMASê bang li cîhanê kir ku bi meşên mezin û zextên sîyasî bertekek li dijî polîtîkayên qirkirin û birçîkirina rejîma sîyonîst ên li Xezzeyê nîşan bidin.
Hanzala, keştiya nû ya Flotîla Azadiyê, ku dê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeya ku di bin dorpêça rejîma sîyonîst de ye, bi rê bikeve, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên dawîn, dê di 20ê Tîrmehê de ji Bendera Galîpoliyê derkeve.
Li bajaroka Yabuda Cenînê Amr Kabhaya 13 salî di gulereşandina îşxalkeran de şehîd bû. Midexeleya ambûlansê hat astengkirin, bav Kabha jî ji teref leşkeran ve hat derbkirin û êsîrgirtin.