Rejîma îxşalker, li çend herêmên cuda yê Şerîaya Rojava di encama êrîşan de 9 Filistînîyan êsîr girt.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin îşxalkeran, li qesebeya Burkaya ku li bakurê Nablusê ye, Muhammed Abdurrahman Ebu Seyfîyê ji êsîrên berê ye êsîr girt.
Li qesebeya Akabaya wîlayeta Tubasê jî Hamza Ebu Arra, Murad Ebu Hamd û Mahmud Ebu Arra hatin desteserkirin.
Li Cenînê ciwanekî bi navê Ridvan Ebu Ma’la û Filistînîyekî dinê hatin êsîrgirtin.
Hat îfadekirin ku di encama êrîşa îşxalkeran a ku li bajara El-Xelîlê kirin de jî ciwanên bi navê Adnan Ferid Cabir û Muhammed Fadi Cabir û Filistînîyekî dinê hatin desteserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin li qeraxên Rojhilata Tayvanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Hejmara wan kesên di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li Nîgera wilayeta Nîjeryayê di êrîşa çekdarî de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Ûkrayna diyarkir ku bi 50 firokên bêfirokvan êrîş li dijî Rûsyayê hatiye kirin.