Li Filistînê hejmarê şehîdên ku ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve hatin şehîdkirin derket 5 kesan.
Rejîma îşxalker a sîyonîst yê ku li nêzê bajarên Ramallah û El-Xelîlê ne, bi tevî şehîdên doh 5 Filistînîyan şehîd kir.
Li Şerîaya Rojava 4 bûyerên cuda pêk hatin. Di encama bûyerên ku pêk hatin de rejîma îşxalker, wek her demî hovîtîya xwe nîşan da.
Li gorî daxuyanîya Navenda Şopandina Filistîn yê El-Î’layê, di encama êrîşên ku doh hatibû destpêkirin de li bajara El-Xelîleyê Mufîd Muhammed Ahlîl, li bajaroka Kefr ‘eyn a Ramallahê birayên Cevad û Zarîf, Ranî Ebû Alîyê 45 salî û li gundê El-Muxeyyîrê Raîd En-Na’sayê ciwan ji teref îşxalkeran ve hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama serdegirtina ku ji teref rejîma terorê ve li Şerîaya Rojava hat kirin de Filistînîyek şehîd bû û 2 Filisîtînî jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li qeraxên Rojhilata Tayvanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Hejmara wan kesên di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li Nîgera wilayeta Nîjeryayê di êrîşa çekdarî de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.