Rejîma îşxalker serbestberdana 46 Filistînîyan taloq kir

Rejîma îşxalker serbestberdana 46 Filistînîyan heta ku cenazeyên 4 mehkûmên dagirkeriyê yên ku di gera 7emîn a pevguhertina girtiyan de girtibûn bên teşhîskirin taloq kir.
Komeleya Girtiyên Filistînê ragihand ku di çarçoveya dewreya 7emîn a pevguhertina girtiyan a dagirkeriyê de serbestberdana 46 Filistînîyan heta ku nasnameya 4 girtiyên îşxalker ku êsîrbûn bi dawî bibe taloq kirq.
Berpirsa Çapemeniya Komeleya Girtiyan Emani Serahine diyar kir ku bi şev bi şev 602 Filistînî serbest hatin berdan.
Serahine weha got: "îsrail serbestberdana 46 girtiyên Filistînî ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, taloq kir, heta ku nasnameya 4 êsîrên ku desteser kiribûn eşkere bike."
Rêveberê Ofîsa Ragihandina Girtiyan a girêdayî HAMASê Nahîd El Fehûrî ragihand ku hejmara Filistîniyên ku hatine berdan 596 kes in. Fexûrî diyar kir ku ji ber dagirkeriyê soz dabû ku bi tevahî 642 Filistînî serbest berdin, lê berdana 46 kesan hat taloqkirin.
Ji aliyê din ve HAMASê di 22ê Sibatê de 6 girtiyên dagirker ên li Xezzeyê girtibûn serbest berdan, lê tevî vê pêngavê jî hêzên îşxalker serbest berdana girtiyên Filistînî rawestand. Her çend bi tevlêbûna navbeynkaran krîz bi qismî hatibe çareserkirin jî, dê pêvajo çawa bimeşe ne diyar e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 365 kesan û 111 hezar û 780 kes jî birîndar bûn.
Sazîyên Alîkarîya Navneteweyî ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman, ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ji bona ku ji herêmê re 4 ambûlansan bişînin dest bi kar kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku şandeyên Rûsya û Emrîkayê wê di 27ê Sibatê de li Stenbolê bicivin û xebatên balyozxaneyan binirxînin.