Rêwiyên Îranî dê bi trênê bilez bigihîjin Enqerê
Rêveberê Giştî yê Rêhesinên Îranê Cebbar Elî Zakerî ragihand ku li gorî peymana dawî ya bi Rêhesinên Tirkiyeyê re, rêwiyên Îranê wê li ser beşek ji xeta trênê ji Wanê heta Enqerê trênên bilez ên Tirkîyeyê bikar bînin.
Zakerî di daxuyaniyekê de got, "Ji ber erdheja ku çend sal berê li Tirkiyeyê qewimî, li ser xeta trênê ya Tehran-Enqereyê hinek pirsgirêk hebûn, ji ber vê sedemê leza trênên 'Tetwan' ên ji Wanê ber bi Enqerê ve diçûn kêm bû."
Zakerî got, "Rayedarên Tirkiyê niha ji bo pêşxistina tora rêhesinê dixebitin, lê hêna jî ti veberhênanek mezin li ser rêya ku tê nîqaşkirin nehatiye kirin. Lêbelê, piştî nîqaşên dawî, biryar hatiye dayîn ku rêwiyên Îranî dê bikaribin bi trênên bilez ên Tirkiyê li ser beşek ji vê xetê, heta Enqerê, rêwîtiyê bikin."
Zakerî got, "Di demek nêzîk de, yek ji trênên Tehran-Wanê dê rêwiyên xwe bi trênên Tirkiyê bibe Enqerê. Ev encama rêkeftina dawî ya di navbera her du welatan de ye. Di civîna ku dê du hefteyan şûnda were lidarxistin de, bernameyên fîyetan ên têkildar jî dê werin nîqaşkirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Hindistanê ji ber Bahoza Montha ku li Telangana û Andhra Pradesh zirar û ziyaneke mezin çêkir, herî kêm 9 kes mirin.
Tûgayên Îzzedîn el-Qessam ragihandin ji bona ku vê dosyayê bigirin ekîbên wan amade ne ku di heman demê de cenazeyên êsîrên îşxalkeran ji hemî xalên di nav Xeta Zer de derxînin.
Hêzên sîyonîstên îşxalker, li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anîtin, di encamê de 2 Filistînî şehîd bûn.