Bi hezaran sîyonîst ku di navbera wan de wezîrê qaşo yê ewlehîya netewî ya îşxalkeran Itamar Ben-Gvir jî heye, li bajara El-Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî Camîya Îbrahîm El-Xelîlê ya ku dîrokê ye kirin.
Hat îfadekirin ev êrîşa ku ji Camîyê re hatîye kirin ji ber Cejna wan a “Chayei Sarah / Jîyaran Sareyê” hatîye kirin, ev cejn jî bi taybetî li El Xelîlê tê pîrozkirin û armanc dikin ku fikra qaşo Cihûyî berê li El-Xelîllê heyata xwe derbas kirine belavê civakê bikin.
Di dema êrîşa sîyonîstên îşxalkeran de, bajaroka Belde ya ku Camîya Îbrahîm El-Xelîlê li wê derê ye ji têketin û derketinê re girtine û ji şênîyên bajarokê re jî qedexeya derketina derve tetbîq kirine.
Hat destnîşankirin ku bi hezaran sîyonîstên îşxalker, di bin navê zîyaretkirina Sareya pîreka Hezretî Îbrahîm û pîrozkirina cejnê de di seatên serê sibehê de êrîşî Camîya Îbrahîm El-Xelîlê kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst, di êrîşên ku li Xezzeyê li dar xist de 189 rojnamegeran şehîd kir.
Serokwezîrê Îrlandayê Sîmon Harrîs, ji biryara Dadgeha Cezaya Navneteweyî UCM ya girtinê ya derheqê wezîrê parastinê ya berê Yoav Gallant û serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netenyahuyê re destekê da.
Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew bi fuzeyên hîpersonîk baregeha Newatîma îşxalê hedef girtine.