Şêrê Çolê: Omer Muxtar
Di ser şehadeta Omer Muxtar ê bi navê Şêrê Çolê yê ku li dijî îşxalkerîya Îtalyayê li ber xwe da, 92 salan derbas bûn.
Di ser îdamkirina Omer Muxtarê ku ji ber têkoşîna xwe ya li dijî îşxalkerên Îtalyayê yên li Lîbyayê wekî "şêrê çolê" tê naskirin, 92 salan derbas bûn.
Omer Muxtarê ku li dijî desthilatdarîya kolonyalîst a Îtalyayê şer dikir, di 'emrê xwe yê 73 salî de hat girtin û hat îdamkirin.
Di sala 1922yan de li Îtalyayê faşîst hatin ser desthilatdarîyê û dest bi kolonîzekirina Lîbyayê kirin.
Di sala 1923yan de Omer Muxtar li bajarê Berkeyê tevgereke nû ya berxwedanê da destpêkirin û heta sala 1931an dewam kir.
Di 11ê Îlonê de ji aliyê Îtalîyan ve hate girtin. Di 15ê Îlona 1931an de di encama mehkemeya sexte de hate darizandin û cezayê îdamkirinê lê hate birîn.
Ew, li kampeke komkirinê bi aramîyek hêdî hêdî çû ser kursîya îdamê û li ber çavên bi hezaran Lîbyayîyan hate îdamkirin. Dema ku hat îdamkirin, ayetên dawî yên ku sûreya Fecirê dubare dikir: " Ey canê ku bi îmanek kamil û bi kirinên qenc re hatîye hizûrê! Çawa ku tu jê razî û ew jî ji te razî be, vegere bal Xwedayê xwe! Tevlî xizmetkarên min ên rast û dilpak bibe! Bikeve cenneta min! (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di gotarekê de ragihand ku wan di bin çavdêriya navneteweyî û herêmî de pêşniyara agirbestek berfireh kiriye, û tekez kir ku şer ziyanek pir mezin daye welat.
Şêx Ehmed et Teyib ê El Ezherê diyar kir ku bûyerên li Filistînê gihîştine astek zordariyê ku bêalîbûnê ne mumkin dike, û tekez kir ku tevî ku çareseriya du dewletan bi salan e di rojevê de ye jî, îradeya navneteweyî bi zanebûn hatiye astengkirin.
Serokwezîrê xwebinavkirî yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ê li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re li ser bernameya nukleerî ya Îranê û merhaleya din a plana Xezzeyê nîqaş bike. Tê texmînkirin ku ev serdan di 26ê Kanûnê de pêk were.
Balafireke biçûk a Hêzên Deryayî yên Meksîkayê li peravên Teksasê ket xwarê û di encamê de pênc kes mirin.